13 Mijdar 2016•Rojanekirin: 15 Mijdar 2016
AZEZ
Li navçeya Ezezê ku dikeve bakurê Sûriyê û di destê mixalifan da ye, bi wesaîteke bombebarkirî êrîş hat kirin û di êrîşê da kesek mir, 11 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên nexweşxaneya sahrayê Ebû Îbrahîm hilda, li aliyê rojavayê navçeya Ezezê wesaîteke bombebarkirî hat teqandin.
Ebû Îbrahîm got ku di êrîşa bibombe da sivîlek mir, 11 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên sehrayê, kesên ku rewşa wan giran bûn jî sewqî Tirkiyê kirin.
Cihê ku bombe lê teqiya xesara maddî çêbû. Hê kesî êrîş nedaye ser xwe.