Heyeta HDPyê ya ku der barê pêvajoya çareseriyê de hin hevdîtinan pêk bînin çûbûn Qendîlê, vegeriya Tirkiyeyê.
HDPyê daxuyaniyek da û got ku di 13 û 14ê sibatê de li Qendîlê bi rayedarên KCKyê re hin civîn pêk anîn. Hat gotin ku di civînan de pakêta ewlehiyê ya navxweyî, Kobanê, Şingal, rewşa Rojhilata Navîn û mijarên wek van hatin axaftin.
Hat gotin ku rayedarên KCKyê dibêjin ku divê êdî muzakere bên kirin û wiha hat gotin: "Hikûmeta AKPyê di muzakereyan de şûna xebatên berbiçav yên ku ji bo aştiyê bike, bi hêviyên ne rast û hewldanên xapanok ve di raya giştî de dema xwe dibuhurîne."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di metnê muzakereyê û pêvajoyê ya ku Abdullah Ocalan amade kir de divê heta 15ê sibatê lihevkirinek pêk bê.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Rayedarên KCKyê gotin ku li Qendîlê tevgera Hikûmeta AKPyê ya ku dixwaze xebatên pêvajoyê pûç bertek tên nîşandan. Ji bo muzakereyan hê tu mekanîzma nehatin avakirin, heyeta çavdêran a bêalî hê dest bi xebatan nekir. Ev jî tevgera Hikûmeta AKPyê ya ne dilsoz e û ne cidî ya der barê pêvajoyê de dide nîşandan. Ev bi hurgilî di civînan de hatin niqaşkirin."
Hat gotin ku pakêta ewlehiyê ya navxweyî wê ji bo pêvajoya muzakereyê bibe taluke û wê bibe sedem ku demokratîkbûn ji holê rabe. Ji ber vê şûna pakêtên ewlekariyê yên navxweyî verastkirinên qanûnî yên ku bingeha wan denmokratîkbûne divê di meclisê de bên axaftin.
Di daxuyaniyê de behsa Kobanê û Şingalê jî hat kirin û wiha hat gotin: "Serkeftina Kobanê û Şingalê ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên herêmî dîrokî ye. Divê gelê me vê tevgera xwe ya hesas piştê vê jî bidomîne. Ev mijar di civînan de hatin axaftin. KCKyê îfade kir ku ew geşedanên herêmî yên li ser aştî û pêşeroja demokratîk a hemû gelê me bandorê dike ji nêz ve dişopînin."
Di heyeta ku çû Qendîlê de Cigirserokên Koma HDPyê Pervîn Buldan, Îdrîs Baluken, Hevserokê DTKyê Hatîp Dîcle û Ceylan Bagriyanik hebûn.