Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Terorîst êrîşî baregehên herêman dikin û bersiva wan tê dayîn. Qendîl li hemberî vê ajîtasyonê dike û ev ajîtasyon jî badilhewa ye."
Akdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da.
Akdogan got: "Terorîst êrîşî baregehên herêman dikin û bersiva wan tê dayîn. Qendîl li hemberî vê ajîtasyonê dike û ev ajîtasyon jî badilhewa ye." û wiha dewam kir:
"Wezîfeya TSKyê ew ku welêt biparêze û ji bo parastina welêt têkoşînê bide û bersivê bide êrîşên terorîst. Esas binpêkirina agirbestê ew e ku, li ser çil û çiyan êrîşî leşkeran dikin, li bajar jî îllegalîte û şiddetê derdixin. Ya ku pêvajo jehrî kir jî ev helwesta Qendîlê ye.Pirsgirêka esil hebûna çekdar ya PKKê, êrîşên wê û şideta wê ye. Kesên ku nikarin li ber teror û şidetê xeberdin, hêzên ewlehiyê rexne dikin."