MÛGLA
Meclisa Şaredariyê ya Fethiyeyê bi biryarekê ve navê Kenan Evren ji kolanê rakir.
Endamê meclisê yê serbixwe Aytekîn Aras, xwestibû ku navê Kenan Evren ji kolanê rakin û navekê din li kolanê bikin. Di meclisê de li ser vê mijarê hat axaftin û di encamê de bi raya 20 endamî ve navê kolanê hat guherandin.
Endamê meclisê yê AK Partiyê Selahattin Kayaman bal kişand ku navê hemû siyasetmedarên mezin li kolanan kirin, lê belê bi tenê navê Prof. Dr Necmettîn Erbakanê ku li dijî derbeya bû li kolanekê nekirin.
Kayaman xwest ku navê Necmettîn Erbakan li kolanê bikin.