İbrahim Atmaca
23 Sibat 2020•Rojanekirin: 25 Sibat 2020
Li eyaletên Tehran, Qûm, Erdebîl, Elburz, Merkezî, Gilan, Hemedan û Qazvînê ji ber koronovîrusa nû (Kovîd-19) navber dan perwerdeyê.
Li Îranê piştî ku koronavîrusa nû derket û belav bû, rêvebiriya welêt tevdîran hildide.
Li gor daxuyaniyên ku rêvebiriyên eyaletên Tehran, Qûm, Erdebîl, Elburz, Merkezî, Gilan, Hemedan û Qazvînê hat dayîn, ji ber ku pêşî li ber belavbûna vîrusê were girtin, dibistanên seretayî û navîn, zanîngeh û medreseyên dînî hatin tetîlkirin.
Hat gotin ku li hin eyaletan rojekê, li hinekan 2 rojan, li hinekan jî hefteyekê perwerde wê çênebe û dibe ku ev dem werin dirêjkirin jî.
Li welêt hemû misabaqayên sporê heta 10 rojan hatin taloqkirin, hemû fealiyetên hunerî jî hatin betalkirin.