Sevim Hatun
27 Hezîran 2016•Rojanekirin: 28 Hezîran 2016
TIFLÎS
Li Gurcistanê qanûna eskeriyê ya mecbûrî hat rakirin.
Wezîrê Parastinê Tînatîn Khîdaşeliyê ku fermana rakirina eskeriyê ya mecbûrî îmze kir got ku li vir eskerî karekî bi prestîj e, hewce nake ku ji bo eskeriyê bangî kesî bikin.
Wezîrê Parastinê yê Gurcistanê got: "Li vir eskerî karekî bi prestîj e. Ji xwe teleb zêde ye. Ji ber vê yekê hewce nake mirov eskeriyê ferz bike."
Artêşa Gurcistanê da kategoriyên wekî bipeyman, yêdek û mecbûrî hebûn. Li gor qanûnê kategoriya eskeriyê ya mecbûrî hat rakirin.