Haydar Şahin
28 Mijdar 2018•Rojanekirin: 29 Mijdar 2018
TIFLÎS
Li Gurcistanê tura duduyan a hilbijartina serokomariyê tê kirin.
Tura ewil a hilbijartina serokomariyê di 28ê cotmehê da hatibû kirin, ji bo tura duduyan a hilbijartinê ji saet 08.00an pê va dengdayînê dest pê kir. Hemû sandiqên li welêt ew ê di saet 20.00î da werin girtin û paşê dest bi jimartina rayan bikin.
Li gor agahiyên ji malpera Komisyona Hilbijartinê ya Navendî ya Gurcistanê hatin hildan, li welêt 3 milyon û 528 hezar û 658 hilbijêr hene.
Hilbijartin ji hêla hezar û 300 saziyên navneteweyî tê şopandin.
Di tura ewil a hilbijartinê da Salome Zurabişviliya namzeda serbixwe ya ku hikûmetê jî piştgirî dayê ji sedî 38,64ê rayan sitandibû û Grîgol Vaşadzeyê namzedê koalisyona mixalefetê jî ji sedî 37,74ê rayan sitandibû.