HALEP
Hereketa Azadî ya Îslamê ya Şamê û Eniya Nûsra, bi wesayitên bombebarkirî êrîşê Girtîgeha Navend a Helebê kirin.
Civata Şoreşê ya Giştî ya Sûriyê (SRGC) diyar kir ku li Girtîgeha Navend a Helebê bi wesayitên bombebarkirî, êrîşên xwekuştinê hatine lidarxistin.
Komîteya Koordînasyona Herêmî ya Sûriyê (LCC) aşkere kir ku di êrîşên ji aliyê Hereketa Azadî ya Îslamê ya Şamê û Eniya Nûsra ve bi çekên giran û roketan hatine lidarxistin de 23 leşkerên rejîmê mirine. Hat diyarkirin ku girtîgeha li bakurê welêt 3 meh e hatiye dorpêçkirin.
Tê zanîn ku di Girtîgeha Navend a Helebê de di nav de jin jî bi tevahî 4 hezar û 200 mehkûmên adlî û sîyasî hene.