HELEB
Balafireke aîdê artêşa Sûriyeyê bi "bombeyên warîlê" êrîşê navçeya Etarîba Helebê kir. Hat ragihandin ku di êrîşê de 15 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.
Berpirsiyarê çapemeniya Helebê yê Komîteya Koordînasyonê ya Herêmî ya Sûriyeyê (LCC) Ahmed Hesen Ûbeyd, daxuyanî da nûçegihanê AAyê, di daxuyaniyê de got ku balafira aîdê artêşê 5 bombeyên warîlê avête navçeya Etarîbê û di encamê de, di nav de zarok û jin jî bi tevahî 15 kes mirin e û 40 kes jî birîndar bûn.
Ûbeyd, îfade kir ku birîndaran bi ambulansan sewqê nexweşxaneyên derdorê kirin, birîndar û miriyên di bin xirban de man jî bi makîneyên kar derxistin.
Ûbeyd, diyar kir ku di encama êrîşê de 5 xanî hilweşiyan û xisar gihişt gelek avahiyan. Ûbeyd got ku piştî êrîşan gel ji herêmê koç dike.
Hat ragihandin ku ji aliyê din ve li Helebê herêmên di destê muxalifan de nin de, di nav Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) û yekîneyên rejîmê de şer dewam dike.