LEFKOŞA
Sermuzakerevanê Komara Tirk ya Qibrîsa Bakur (KKTC) Kudret Ozersay daxuyanî da û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hevdîtin dê di navbera tirkên Qibrîsê û Yewnanistanê de û di navbera rûmên Qibrîsê û Tirkiyeyê de diyalogeke rasterast bide destpêkirin, ji ber vê jî girîng e.
Ozersay destnîşan kir ku serdanên Atîna û Enqereyê dê di 27ê sibatê de pêk werin û wiha got: "Serdan helbet dîrokî ye. Îhtimaleke mezin di 26ê sibatê de dê bigihên Atîna û Enqereyê. Di 27ê sibatê de jî em ê bi berpirsiyarên Wezareta Karên Derve yên Tirk û Yewnan re hevdîtinên çepûrast pêk bînin. Hevdîtin dê di heman demê de pêk werin û roja din jî em ê vegerin Qibrîsê."
Ozersay got ku dê metna ku li ser hev kirine bibin referandûmê.