08 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2016
HELEB
Balafirên rejim û rûsan li Helebê herêmên ku di destê muxalifan de ne kirin. Di van êrîşên asîmanî de 22 sivîl hatin kuştin.
Li gor agahiya rayedarên parastina sivîl hêzên rejimê û rûsan duh agirbesta 72 saetî ya ku li hemû welêt ji ber eyda Remezanê hatibû îlankirin, îxlal kirin.
Heremên Bîadîn, Tariq el Bab, Salîhiyîn, Cezmatiy, navçeya Etraîbê û bajaroka Kafrê ya Helebê yên ku di destê muxalifan de ne hatin bombekirin.
Di êrîşan de jin û zarok jî di nav de 22 sivîl mirin.
Rayedaran daxuyand ku gelek avahî hilweşiyane, hewl tê dayîn ku kesên ku di bin enqazan de mane bên xilaskirin.