08 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2016
WASHINGTON
Li bajarê Dallasa bajarê DYAyê bi çekên sniper êrîş li dijî polêsan hat lidarxistin. Di encamê da 5 polês hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Amerikayê, li Parka Belo Gardena Dallasê, komek bi mebesta protestokirina kuştina reşikan ji aliyê polêsan va li hev civiyan.
Di dema protestoyan da 2 nîşanbazan 10 polês ji xwe ra kirin hedef ku 5 kuştin û 7 jî birîndar kirin.
Şahidhalan destnîşan kir ku erîşa ku ji aliyê nîşanbazan va hat lidarxistin di dema belavbûna qerebalixê da qewimî.
Hat ragihandin ku rewşa 5 polêsê birîndar jî giran e.
Piştî êrîşê gelek polês sewqî cihê bûyerê kirin.