09 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2019
Wezîrê Mîrata Neteweyî û Perwerdeya Federal a Pakistanê Shafqat Mahmood anî ziman di têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da Pakistanê her tim piştgirî daye Tirkiyeyê û wiha got: "Li Pakistanê me van dibistanên ji hêla vê rêxistinê va tên rêvebirin hildan û teslîmî Weqfa Maarîfê kir. Li hemberî her cure terorê em piştgiriyê didin gelê Tirk û Serokomar Erdogan."
Mahmood di ziyareta xwe ya Enqereyê da der barê têkiliyên di navbera Tirkiye û Pakistanê, xebatên di qada perwerdeyê, FETO û xebatên TÎKAyê yên li Pakistanê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Mahmood got pêwendiyên dostane yên di navbera Tirkiye û Pakistanê da baş in, di qada perwerdeyê da jî xebat geş dibin, lewra gelek dibistan li Pakistanê tên çêkirin.
Mahmood anî ziman xwendekarên ji Pakistanê tên li Tirkiyeyê dixwînin û wiha dewam kir: "Bi salên dirêj in xwendekarên ji Pakistanê li zanîngehên Tirkiyeyê perwerdeyê dibînin. Em hêvî dikin ev dewam bike û em dixwazin xwendekarên Tirk jî bên Pakistanê perwerdeyê bibînin."
Mahmood destnîşan kir li Pakistanê di qada turîzmê da gelek cihên divê bên dîtin hene û ew dixwazin mirovan ji hêla mazuwaniyê va perwerde bikin, ji ber ku TÎKA wê li Îslamabadê Navenda Mukemeliyetê ava bike ew kêfxweş in.
- Dibistanên FETOyê
Mahmood got li hemberî her cure terorê ew piştgiriyê didin Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Li Pakistanê me van dibistanên ji hêla vê rêxistinê va tên rêvebirin hildan û teslîmî Weqfa Maarîfê kir. Li hemberî her cure terorê em piştgiriyê didin gelê Tirk û Serokomar Erdogan."