Li herêma Şîkarpûr ya li ser bajarê Karaçiya Pakistanê otobês û tankêra sotemeniyê li hev qelibîn. Li gor agahiyên ewilîn di qezayê de 57 kes mirin.
Şefê Polêsa yê Karaçiyê Şûayîb Sîddîkî diyar kir ku di qezayê de agir bi sotemeniya di hundirê tankêrê de ket, ji ber agir rêwî nikaribûn ji otobêsê derkevin. Li gor agahiyên ewlinîn 57 rêwî şewitîn.
Sîddîkî got ku ajovanê tankêrê bû sedema qezayê, herwiha tîmên agirkujiyê jî dereng hatin cihê bûyerê û dê derbarê bûyerê de lêkolîn bê kirin.
Di mijdara borî de jî, li herêma Hayrpûra ser Karaçiyê otobêseke rêwiya û kamyonek li hev ketibûn. Di qezayê de 56 kes miribûn û 20 kes jî birîndar bûbûn.