08 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Tebax 2017
MOSKOVA
Serokê berê yê Dewleta Yekîtiya Komarên Sosyalîst a Sovyetê û serokê dawîn Mîhaîl Gorbaçov diyar kir, serokê Amerîka û Rûsyayê "berî ku dereng bikeve" li hev bikin û wiha dewam kir: "Ez ji herdu serokan ra jî pêşniyaz dikim ku nekevin nav panîkê û hev du netirsînin."
Gorbaçov der heqê rageşiya dîplomatîk a Amerîka û Rûsyayê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Gorbaçov diyar kir, heyameke ku têkiliyên navbera herdu welatan pir xerab e divê serokek gavekê bavêje.
Gorbaçov destnîşan kir, di rewşeke pir xerab a polîtîk da jî divê timî civîn werin kirin û ji bo diyalogê deriyê werin vekirin û wiha dewam kir: "Divê serokê amerîkayî û rûsî berî ku dereng bikeve li hev bikin. Ez ji herdu serokan ra jî pêşniyaz dikim ku nekevin nav panîkê û hevdu netirsînin."