21 Tebax 2017•Rojanekirin: 21 Tebax 2017
HEWLÊR
Elî Bapîrê Serokê Partiya Civaka Îslamî (Komel) ya Herêma Kurdistana Iraqê der barê referanduma serxwebûnê ya ku wê di 25ê îlonê de çebibe axivî û got heke referandum neyê betalkirin dibe ku pevçûneke navxweyî çêbibe.
Bapîr der barê referandum û tevgerên dijî referandumê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Serokê Komelê Bapîr got ji bo referandumê xebateke cidî nehatiye kirin, bingeha HKIyê ji bo referandumê ne amade ye û wiha axivî: "Binêrin şûna yekîtiyeke siyasî, rageşî heye. Şûna aboriyeke xurt, gelê me mehaneya xwe kêm hildide. Ji hêla aboriyê va bingeha me ne saxlem e. Hêza me ya leşkerî ya neteweyî û rêk û pêk tune. Têkiliyên me yên bi welatên cînar re jî di asta partiyên siyasî û takekesiyê de ye. Meclisa me naxebite. Ji ber van sedeman ez dibêjim ji bo referandumê şert û merc têrê nakin."
Bapîr got wek Komel wan hê biryarek nedaye û ew ji alîgirên xwe re nabêjin bila bibêjin "erê" an "na".
Bapîr got der barê referandumê de hin fikar û tirsên wan hene û wiha axîvî: "Em hewl didin ber bi dewleteke serbixwe va bimeşin, lê dibe ku em herêma di destê me de ye jî winda bikin. Mesele ev e. Berevajî vê tu kes ne li dijî referandumê ye."
- "Dibe ku pevçûneke navxweyî çêbibe"
Bapir got herêmî û navneteweyî gelek îtiraz hene ku bila referandum çênebe, lê heke çêbibe dibe ku hin welat mueyideyên aboriyê derxin pêş me.
Bapîr got bi van mueyideyan rewşa aboriyê dibe ku xirabtir bibe û wiha dewam kir: "Jixwe gel ji rewşa niha aciz e. Zikê têr hay ji zikê birçi tune. Li herêma me gelek kesên bêkar û feqîr hene. Gel li ber van tiştan nikare li ber xwe bide. Piştî referandumê heke rewş xirabtir bibe, dibe ku pevçûneke navxweyî çêbibe."