Türkan Tosun
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL
Serokê Îranê Elî Xamaney got referanduma Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ne meşru ye û ji bo dahatûya herêmê îxanet e.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê wek çavkanî ofîsa çapemeniyê ya Xamaney nîşan da û got Xamaney bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kiriye û aniye ziman ku referanduma HKIyê ji bo dahatûya herêmê îxanet e.
Xamaney got referandum li ser gelê herêmê tehdîdek e, di nav demê de tesîreke wê ya neyînî wê li ser welatên cînar çêbibe ji ber vê hevkariya Tirkiye û Îranê mihim e.
Xamaney wiha got: "Nêrîna Amerîka û welatên Ewropayê ne wek Tirkiye û Îranê ye. Amerîka dixwaze her tim li hember Îran û Tirkiyeyê di destê xwe de kozakê veşêre. Ji ber vê tu caran divê bawerî li DYA û ewropayiyan neyê kirin. Hêzên biyanî û bi taybetî rejima siyonîst ji bo ku Îsraîleke nû ava bikin li dû pevçûn û îxtilafê ne. Divê ev bûyer baş bên nirxandin, bi cidî û lez divê bi hev ra biryar bên dayîn."
Hat gotin hevdîtina Erdogan û Xamaney saetek û 10 deqîqe ajotiye.