Abdullah Tel
29 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2018
ERZURUM
Li Erzirom, Qers, Erzincan, Agirî û Tûnceliya ser Herêma Rojhilatê Anadoluyê ne ji ber berf û pûkê rêya 65 gund û taxan hat girtin.
Li herêmê ji ber berf û pûka ku car caran tesîra wê zêde dibe rêya 13 tax û deverên li çolterên Erziromê hatin girtin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê tevlî wesayîtên rê vekirinê hewl didin û li seranserê bajêr ji bo rê cemed negirin li rêyan xweyê direşînin.
Li Qersê jî ji ber berf û pûkê ku tesîra wê bişev zêdetir dibe rêya 10 gundî hat girtin, çûn û hatina li wan deveran jî gelek bi zehmet e.
Ji bo vekirina rêyan jî xebatkarên Midûriyeta Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr hewl didin.
Li navçeya Sariqamişê stûriya berfê gihîşt 90 santîmetreyî û li Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê jî stûrî gihîşt 125 santîmetreyan.
Welatiyên li navçeya ku bi berfê xemiliye ber derê xanî û dikanên xwe paqij kirin û ekîbên şaredariyê jî kuçe û kolanên navçeyê ji berfê paqij kirin.
Li herêmê ji ber heman sedemê li Erzincanê rêya 30, li Tûnceliyê rêya 10 û li Agiriyê jî rêya 2 gundan hat girtin.
Dîsa li herêmê duh ji 201 deverên ku rêya wan hatibû girtin jê rêya 136 deran hat vekirin.