29 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2018
ÎDLIB
Li navçeya Serakîba di nav sînorên herêma kêmkirina rageşiyê ya Îdlibê da cih digire ji hewayê va êrîşî ser cihê bazara kartolan hat kirin. Di êrîşê da 11 sivîl can dan û 13 sivîl jî birîndar bûn.
Midûrê Parastina Sivîl a Îdlibê Mustafa Hac Yûsûf daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Balafirên Ûris li Îdlibê êrîşî ser cihê bazara kartolan kirin. Di vê êrîşê da 11 sivîl mirin û 13 sivîl jî birîndar bûn."
Yûsûf destnîşan kir ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê qediyan û birîndar birin nexweşxaneyên derdorê û ji ber êrîşê hin wesayîtên tijî kartol jî zirarê dîtin.
Herêma kêmkirina rageşiyê ya Îdlibê di nav meh û nîvê dawîn da bû hedefa êrîşên esmanî.