17 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2019
Li Hewlêra bajarê Iraqê bi çekan êrîşî restoranekê kirin û diplomatekî wezîfedarê Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê şehîd ket û welatiyekî Iraqê hat kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Ewlehiya Hewlêrê da wiha hat gotin: "Îro li Hewlêrê li restoranekê êrîşa çekdarî hat kirin û di êrîşê da diplomatekî Tirk û welatiyekî Iraqê hatin kuştin û welatiyek birîndar bû."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê wê ewlehiya hemû diplomatan biparêze û destûrê nede ku hizûra herêmê xera bibe.
Xwediyê restorana ku lê êrîş hat kirin di daxuyaniya da çapemeniya herêmî da diyar kir êrîşkarê ku du çek pê ra bûn û cil û bergên sivîl lê bûn rasterast gule berda xebatkarên konsolosxaneyê.
Li gor agahiyan cinazeyê diplomatê Tirk ji bona otopsiyê bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.
Hat diyarkirin ji bona qefaltina êrîşkar yan jî êrîşkaran, hemû rêyên ku Hewlêr û hemû bajar û bajarokan bi hev girê dide, hatine girtin
-Ji Wezareta Karên Derva daxuyanî
Wezareta Karên Derva der barê li Hewlêrê şehîdkirina wezîfedarekî Serkonsolosxaneya Hewlerê ya Tirkiyeyê da destnîşan kir ji bona demildest failên êrîşê bên dîtin bi meqamên Iraqê û rêvebirên herêmî ra têkilî û pêwendiyên me dewam dikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da hat destnîşankirin îro piştî nîvro wezîfedarekî Serkonsolosxaneya Hewlerê ya Tirkiyeyê dema li dervayî avahiya Serkonsolosxaneya Hewlerê ya Tirkiyeyê bû ji ber êrîşa çekdarî şehîd ket.

Wezareta Karên Derva di daxuyaniyê da destnîşan kir ji bona demildest failên êrîşê bên dîtin bi meqamên Iraqê û rêvebirên herêmî ra têkilî û pêwendiyên me dewam dikin û wiha got: "Xwedê rehma xwe li şehîdên me bike û sebrê bide malbat û hemû gelê Tirk."
Îro piştî nîvro dijî restoraneke ku diplomatên li Serkonsolosxaneya Hewlerê ya Tirkiyeyê wezîfedar in jî lê bûn êrîşa çekdarî hatibû kirin.