ERBİL
Ji cejna qurbanê re rojek ma. Yên ku dixwazin qurbana xwe peyda bikin berê xwe didin meydanan. Bazarên heywanan yên Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal jî di roja erefatê de pir qelabalix in.
Tacir, heywanên xwe ji Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê tînin û li meydana ser rêya Erbîl û Mûsûlê difroşin. Heywan tên kişandin û li gor kîloya wan tên firotin. Bihaya kîloya dewaran 6 dolar, kîloya miyan 5 dolar ya bizinan jî 4 dolar e.
Hamît Ahmedê ku xwediyê 200 pezî ye kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Niha bazar gelek qelebalix e û qurban xweş tên firotin. Ez hêvî dikim ku hetanî dawiya cejnê, ez ê hemû qurbanan bifroşim."
Li bajarê Silêmaniyê jî li ser rêya Arabatê bazara heywanan hat avakirin û li wir heywanên qurbanê tên firotin. Firoşkar Osman Mihemed Emîn got ku ew heywanên qurbanê ji Îranê tînin û rojê herî kêm 200 pezan difroşin.
Edetên cejnê
Li herêma kurdan kelecana cejnê hefteyek berê dest pê dike. Welatî diçin sûk û bazaran pêdiviyên xwe dikirin. Roja erefatan diçin ser mezelên xizmên xwe. Li herêmê "mirovên ku qurbanê didin goştê qurbana xwe nawxun", ango ev kevneşopî bi rêk û pêk dewam dike. Hin malbat goştê qurbana xwe li hemû xîzanên herêmê belav dikin.
Li Erbîlê hemû kes goştfiroş e
Gelê herêmê, qurbanên xwe an li ber deriyê mala xwe an jî li goştfiroşên taxê ser jê dikin. Goştfiroş Farîz Abdûllah got ku mêrên herêmê tev dikarin qurbanên xwe ser jê bikin. Em tenê li bazara heywanan qurbaniyên welatiyan ser jê dikin. Abdûllah da zanîn ku di rojekê de ew nêzikî 500 qurbaniyan ser jê dikin û hêvîdikin ku di cejnê de ev hejmar du-sê qat qat bibe.