Endamên Partiya Karkerên Kurdistanê û Partiya Komunîst a Kurdistanê ji bo piştgiriyê bidin karmendên ku çalakiyan li dar dixin, li Silêmaniyê hikûmet protesto kirin. Komeke ku ji 200 kesî pêk dihat li ser kolana Sahûlakayê civiya û ber bi nûnertiya Parlementoya HKIê a Silêmaniyê ve meşiya. Kom meşiya û ev dirûşme berz kirin "Mehaniya karmend û cangoriyan li ku derê ye? Aborî rawestiye, çima hikûmet ava nabe?" Gel jî bi çepikan piştgirî da komê.
-Bangî Barzanî kirin
Li ser navê komê li ber nûnertiya parlementoya HKIê jî protesto hat domandin û li vir, li ser navê komê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 140 roj in hilbijartin hatine kirin, lê hê jî hikûmet nehatiye damezrandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em dikarin bibêjim ku daxwazên gel pişt guh kirine. Em bi pirsgirêkên civakî, aborî û îdarî re rûbirû mane. Em li bendê ne ku kesên ku ji zanîngehan mezûn bûne, mamoste û namzedên karmendiyê bên tayinkirin. Ev 2 meh in ku mehaniya xebatkaran nayê dayin. Gel li hêviya xizmetên baştir e, lê mixabin niha qeyrana mehaniyê heye. Ev rewşa aloz balkêş e."