LAHEY
Îslamofobî li Ewropayê her ku diçe zêde dibe. Ji van welatan, ku îslamofobî herî zêde tê hîs kirin yek jî Hollanda ye. Ev tevgera li welatên Ewropayê mezin dibe mislimanan dixe fiakaran.
Li Hollandayê di 5 salên dawîn de 117 mizgeft bi awayên cuda rastî êrîşan hatin. Hin êrîş jî ji ber ku şikayet nekirine, nayên zanîn.
Midûrê saziya Ragîhandina Navbera Dewlet û Mislimanan ku li Hollandayê dixebite Ebubekir Ozturk, di daxuyaniya ku da nûçevanê AAyê de got: "Di salên dawî de rastgirên radîqal xurt bûne, ji ber vê yekê dijî mislimanan êrîşên bi çalakî û gotin her ku diçe zêde dibin. Ozturk dest nîşan kir ku hemû êrîşên diji mislimanan, ji polês an saziyên cudaker re nehatine ragihandin.
Ozturk wiha dewam kir: "Mirov dibêjin em gilî bikin jî tiştek jê dernayê. Lê divê ev bûyerana bên qeydkirin. Bûyerên bên qeydkirin tên rojevê û çarêser dibin.
Ebûbekîr Ozturk got ku ji bo ku bûyerên îslamofobîk pek tên di bin kategoriyek cuda bê qeyt kirin, dê serî bidin wezaretê. Ozturk anî ziman ku bi vê tevgerê dê buyerên îslamofobîk bên qeyt kirin û çarêserkirina wê hesan bibe.