WASHÎNGTON
Berdevkê Qesra Spî Jay Carney di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane de pirseke der barê çekên ku dê ji muxalifên Sûriyeyê re bên şandin û bandora wan bersivand. Carney dest nîşan kir ku Esed bi piştgiriya Îran û Hizbûllahê li dijî gelê xwe êrîşên xwe yên hovane didomîne.
Cerney wiha pê de çû: "Êrîşên Esed bi piştgiriya aktorên herêmê zêdetir bû. Ji ber vê yekê jî alîkariya Emerîka, hevalbend û hevalkarên wê ji bo muxalifan pir girîng e. Divê muxalif ji bo ku xwe hêztir bikin û bikaribin li dijî hêzên Esed, Hîzbullah û hêzên ku Îran biştgiriya wan dike re têbikoşin lazim e ku alîkariya çekan ji wan re bê kirin.
Carney diyar kir ku agahî û hurgiliyên der barê alîkariya ku dê ji muxalifan re bê kirin nikarin bidin. Carney got: "Esed teqez dê nikaribe careke din Sûriyeyê bi rêve bibe û gelê Sûriyeyê jî dê ji bo serokatiya wî destûrê nede, lê tiştekî wisa bibe em ê jî razî nebin.