Haydar Şahin
30 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
NEW YORK
Li Houstona bajarê Emrîkayê Şaredar Sylvester Turner li dijî talankirinê ji bo parastina mal û milkê kesên ku hatin texliyekirin qedexeya kolanan îlan kir.
Bobelata tropîkal a Harveyê ji Houstonê ber bi Louîsîanayê çû, Şaredarê Houstonê Turner biryareke dîrokî da.
Turner di hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku ji bo parastina mal û milkê kesên ku hatin texliyekirin ji 10.00ê şevê hetanî 05.00ê şeveqê di nav bajêr da qedexeya derketina kolanan îlan kiriye.
Midûrê Ewlekariya Huostonê Art Acevedo ji bo "talanên piçûk" û sûcên din ji şaredar xwestibû ku qedexeya derketina kolanan îlan bike.
Dozgeriya Herêma Harrîs Countyê bal kişand ku di nav 48 saetan da ji bo 14 kesên ku hewl dan talanê bikin biryara binçavkirinê hat dayîn.
- Hejmara miriyan gihîşte 30î
Rayedarên herêmî diyar kirin ku di bobelata tropîkal a Harveyê da 30 kes mirin.
Hat ragihandin ku Ewlekariya Perava Emrîkayê, Mihafizên Neteweyî, polês û teşkîlata agirkujiyê hetanî niha ji 9 hezarî zêdetir kes xilas kirin.