BEXDA
Li gor agahiyan li sûka herêma Ebu Duşeyra Bexdayê, 2 wesayîtên bi bombebarkirî li dû hev teqiyan û di encama teqînê de 7 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Sadrê jî, êrîşeke bi bombe hat kirin û li vir jî 3 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Kesî berpirsiyariya êrîşan qebûl nekir û derbarê bûyerê de jî tu kesî daxuyaniyek neda.
Ji hêla din ve hat ragihandin ku berpirsiyarê bajarê Diyalayê yê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) Ebu Talha El Şîşanî, li herêma Ebu Seydaya bajarê Diyalayê bi artêşê re şer kir û hate kuştin.