HEWLÊR
Li bajarê Kerkuka Iraqê bi bombeyan êrîşê mizgeftan kirin, di encama êrîşan de 12 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li başûrê herêma Azarê bombe barandin ser 2 mizgeftan.
Dema ku welatiyan nimêja terewîhan dikir, bi wesayitên bombebarkirî êrîşê mizgeftên bi navê Salîhî û Omer bîn Abdûlazîz kirin.
Hat diyar kirin ku 12 welatî mirin û rewşa hin birîndaran jî xeter e.