Haydar Karaalp
05 Adar 2022•Rojanekirin: 06 Adar 2022
Meclisa Iraqê biryar da ku pêvajoya serîlêdana namzediya serokomariyê ji nû va were destpêkirin.
Ji ber ku qasî têrê bike parlementer kom nebûn Meclisa Iraqê meha borî serokomar hilnejibartibû, bi dengdayîna îro va dema serîlêdana namzediyê jî 3 rojan hat dirêjkirin.
Li Meclisa Iraqê 329 parlementer hene û biryar bi dengê 203 parlementeran hat dayîn. Li Meclisê 265 wekîl amade bûn.
Meclisa Iraqê piştî hilbijartina cotmeha 2021ê cara ewil di 9ê rêbendanê da kom bibû. Li gor qanûnê dibê 30 roj piştî rûniştina ewil serokomar were bijartin, ji ber ku qasî têrê bike parlementer li Meclisê nebûn serokomar nehatibû bijartin.
Li ser vê Serokatiya Meclisê ya ji Serokê Meclisê û 2 alîkarê wî pêk tê pêvajoya namzediya serokomariyê ji 9ê sibatê pê va ji bo 3 rojan dirêj kiribû.
Lêbelê Dadgeha Federal a Bilind biryar berevajî qanûnê dîtibû û biryar dabû ku were betalkirin û gotibû bi degdayîna li Meclisê dikarin vê demê dirêj bikin.
Li gor hevkêşa siyasî ya li Iraqê dibê serokomar ji Kurdan were bijartin.
Dibê namzed ji 3 paran raya 2 parên parlementeran bistînin da ku bibin Serokomar.