Selman Aksünger
05 Adar 2022•Rojanekirin: 06 Adar 2022
Gokvanê Hollandayî yê berê Clarence Seedorfê ku bi salan ji bo Mîlana tîma Îtalyayê leyîst got ku ez bûme misilman.
Ji ser hesabê xwe yê Instagramê got: "Ez ji hemû kesên ji ber bûme misilman, min pîroz dikin ra spas dikim."
Seedorf got ku ji ber Îslam bûye para wî gelek kêfxweş e û wiha domand: "Ez ji xwestiya xwe Sophiyaya ku Îslam bi min da naskirin û hînî min kir ra spas dikim."
Di berdewamiya peyama xwe da Seedorf destnîşan kir ku ew navê xwe naguherîne û bi navê dê û bavê wî lê danîne wê li ser be.
Seedorf di heyama gogvaniya xwe da wek lîstikvan di tîmên Ajaks, Real Madrîd, Sampdoria, Înter, Mîlan û Botafogoyê da leyîst û rahêneriya tîmên Deportîvo, Mîlan û Sehnzenê kiribû.