Haydar Şahin
29 Îlon 2017•Rojanekirin: 29 Îlon 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku gava duduyan a operasyona ji DEAŞê xilaskirina Hewîceya li ser Kerkûkê dest pê kir.
Ebadî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got, "Me îro destê sibê gava duduyan a operasyona xilaskirina Hewîceyê da destpêkirin."
Ebadî got xwedîbiryar in ku bihustek erdê Iraqê bi destê DEAŞê ra bernedin û berî wan bidin, vê rêxistina terorê di demeke kin da bi tevahî têk bibin.
Serokwezîr Ebadî di 21ê îlonê da diyar kiribû ku gava ewil a operasyona xilaskirina Hewîceyê dane destpêkirin.