SILÊMANÎ
Wezîrê Koçber û Koçê ya Iraqê Debaz Mihemed destnîşan kir ku ji ber êrîşên DAEŞê li welêt hejmara penaberan ji 3 milyonî derbas bû.
Mihemed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî şerê li Enbarê koçeke din dest pê kir û wiha got: "Bi hezaran kes ji ber şer revîn. Ji ber şerê li Enbar û herêmên din di nav 3 mehên dawîn de nêzî 100 hezar kes malê xwe terikandin. Li gor qeydên wezaretê berê 2 milyon û 900 hezar penaber hebûn, Lê v hejmar ji 3 milyonî derbas bû."
Mihemed destnîşan kir ku ji sedî 46ê penaberan li Herêma Kurdistanê tên hewandin û got ji sedî 54ê din jî li Bexda û bajarên din tên hewandin.
Mihemed diyar kir ku ji bo penaberan salawext 4 milyar dolar lazime û wiha xeberda: "Heger hikûmeta navendî ya Iraqê budçeya wezaretê ya bi qasî 2 milyar dolarî heta dawiya salê bide û Neteweyên Yekbûyî jî milyar dolarek alîkarî bide, em ê qismî be jî pêwistiyên penaberan çareser bikin. Bi vê budçeyê em nikarin hemû kêmasiyên penaberan çareser bikin."
Mihemed diyar kir ku kêmasiyên Wezareta Koçber û Koçê zehf e û got ji ber ku hejmara penaberan tim zêde dibe, derfetên wezaretê têrê nake.
Mihemed destnîşan kir ku heger penaber venegerin malê xwe wê demogrofiya Iraqê zehf biguhere û wiha dewam kir: "Heger di nav çend mehan de herêmên di destê DAEŞê de bên rizgarkirin, wê rewş baş bibe. Lê di dîroka dinyayê de li herêmên ku bûyerên wiha derketine ji sedî sedî xelk venegeriyaye. Divê ev neyê jibîrkirin. Ji bo parastina demografiya berê tevdîr û biryarên ku wê hikûmet hilde girîng in."