KERKÛK
Kerkûk ji hêla para ceyrana neteweyî ve ji Bexdayê 350 megavat (MW) û ji şirketeke taybet ya li Hewlêrê jî 250 megavat ceyranê distîne, lê dîsa jî ceyran têrê nake. Heger çareserî neyê dîtin wê di rojên pêş de rojê 10 seet ceyran bê birîn.
Midûrê Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Kerkûkê Yalçin Mehdî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku pêwistiya Kerkûkê herî kêm bi 150 MWyî heye û wiha dewam kir: "Ceyranê ku didin Kerkûkê têrê nake. Ji ber ku koçkirin bajêr zêde bû, ceyran têrê nake. Pêwistiya Kerkûkê herî kêm bi 150 MWyî heye. Hewa germ dibe û xelk klîmayê vedike. Heger çareserî neyê dîtin wê di rojên pêş de rojê 10 seet ceyran bê birîn."
Mehdî destnîşan kir ku ji ber şerê bi DAEŞê re 20 qule û 8 xetên ceyranê xisar dîtin û got li Hawîce û hin bajarokan ev 6 meh e ceyran tuneye.
Mehdî diyar kir ku 100 milyon dolar deydanê şirketa ceyranê ne û got em ê bi rayedarên Kerkûkê û Wezîrê Ceyranê ya Iraqê Qasim el Ferdawî re bên bal hev.