ERBÎL
Penaberên Sûriyeyî ku ji ber şerê navxweyî koçî bakurê Iraqê kirin, di bin germahiya havînê ku carinan digihêje 50 pileyî de di gel hemû tiştî hewl didin ku hînî cihê xwe bibin.
Penaberên Sûriyeyî di kampên ku ji aliyê Birêvebiriya Herêma Kurd a Iraqa Federal(BHKIF) ve hatin avakirin de dest bi jiyaneke nû dikin.
Penaberên ku nû tên kampan ji bo peydakirina konan ku ji aliyê BHKIFê ve tên belavkirin, hewl didin û ji bo av û xwarinê dikevin doreke dirêj.
Pêşmerge, ji konên ku avakirina wan qediyane re betaniye û klîmayan belav dikin û ewlehiya kampan pêk tînin.
Waliyê Erbîlê Newzat Hadî, bi peywirdarên Neteweyên Yekbûyî re serdana kampa Kevirgosikê kir ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hejmara penaberan roj bi roj zêde dibe û êdî bi zorê hewcehiyên wan pêk tînin.
Walî Hadî da zanîn ku xwarin, av, ceryan û pêdiviyên penaberan ji hêla BHKIFê ve tên dayîn.
Şiyar Behrîhoro ku ji Afrîna Helebê hate kampê da zanîn piştî ku 26 rojan li ser sînor sekinîn, derbasî herêma kurdan bû û li Erbîlê malek ji xwe re deman kir û heke destûr bidin wî dê malbata xwe bîne li vir.