Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin pêşî bi tankêra sotemeniyê pişt re jî bi wesayîta bombebarkirî êrîşê cihê qontrolê ya polêsan a li Taxa Aksûya Tûzhûrmatûyê kirin. Li gor tespîtên ewil di bûyerê de 20 kes mirin û 110 kes jî birîndar bûn. Avahiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Komunîst a Kurdistanê di bûyerê de zirar dîtin.
Efserê Îstixbaratê yê Midûriya Ewlehiyê yê Tûzhûrmatûyê Mihemmed Ekber diyar kir ku du êrîş hatin kirin û wiha axivî: "Êrîşeke mezintir hatiye plankirin, lê belê êrîşkar negihan armanca xwe. Ji ber teqîna ewil rêya ketina taxê hat girtin. Ji ber vê yekê wesayîta duyemîn negiha armanca xwe. Heke bikariya debas bûya dê di nav qerebalixê de biteqaya û dê jimara miriyan zêdetir bûya. Di nav kesên ku di êrîşê de mirin de endamên hêzên ewlehiyê jî hene."
Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê Heysem Muhtaroglû jî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "êrîşên xwekujiyê li ketina taxa Aksûya ku wir tirkmen dijîn, qewimîn. Ev qetlîam di çarçoveya operasyonên li ser tirkmenan de bi zanebûn tên kirin."