Berdevkê Tehrîqa Talîban Pakistanê (TTP) ya Koalîsyona Komên Talîbana Pakistanê Şahîdûlah Şahîd der barê bûyerê de daxuyanî da û diyar kir ku ev êrîş bersiva operasyona leşkerî ya esmanî ya li dijî parêzgeha Wezîrîstana Bakûr e.
Firokegeha Cînnahê ya ku mezintirîn firokegeha dewletê ye 24 saetan ji bo trafîka esmanî hat girtin û hemû rêwî hatin tehliyekirin.
Midûrê Ewlekariya Qereçiyê Îqbal Mehmûd û Serokwezîr Newaz Şerîf daxuyandin ku di êrîşê de firokeyan zirar nedît.
Ji hêla din hat ragihandin ku li herêma Taftana Belûcistanê ya nêzî sînorê Îranê 2 êrîşên xwekujiyê pêk hat û di encama êrîşan de 22 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bû. Rayedaran daxuyand ku birîndar rakirin nexweşxaneyan.