Serokê Meclisa Iraqê Selîm el-Cebûrî diyar kir ku avakirina hikûmeta nû ya ku li ser dixebitin heke daxwazên "Koalisyona Hêzên Neteweyî" bi cih bîne ew ê serkeftî be.
Cebûrî piştî hevdîtina ku bi Alîkarê Misteşarê Berpirsiyarê Iraq û Îranê yê Wezareta Karên Derve ya DYAyê re kir daxuyanîyeke nivîskî da. Cebûrî di daxuyaniyê de diyar kir ku Koalisyona Hêzên Neteweyî daxwazên xwe pêşniyazî Îtifaqa Şîiyan a Neteweyî kir û wiha got: "Heke daxwazên "Koalisyona Hêzên Neteweyî" bi cih bînin hikûmeta nû ew ê bê qebûlkirin."
Cebûrî destnîşan kir ku heta niha bersiva gelek daxwazên wan nedane û bangî hemû partiyan kir ku bira ji bo têkiliyeke baş wextê xwe rind binirxînin.
Ji hêla din ve Alîkarê Misteşarê Berpirsiyarê Iraq û Îranê yê Wezareta Karên Derve ya DYAyê Brett McGurk jî diyar kir ji bo ku tehdîdên li Iraqê ji holê bên rakirin piştgiriyê dide hikûmeteke ku bangî hemû partiyan dike. McGurk got ji bo ku hikûmet bersivê bide hemû daxwazan divê nexşerêyeke baş bê amadekirin.
Li gor qanûna bingehîn a Iraqê piştî wezîfedarkirinê divê di 30 rojan de hikûmet bê avakirin. Îbadî di 11ê tebaxê de ji bo avakirina hikûmeta nû hatibû wezîfedarkirin û dema wî di 11ê îlonê de diqede.