Hat ragihandin ku li eyaleta Bornoya Nîjeryayê operasyon hatin kirin û di encama operasyonan de 50 milîtanên rêxistina Boko Haramê hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Li ser hesabê Twîtterê yê artêşê daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşê operasyon bir ser herêma Kondûgayê ya ku lê milîtanên Boko Haramê xwe vedişart. Di encama operasyonan de 50 milîtan hatin kuştin, yek jê efser 3 leşker jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di operasyonan de topek, 2 firokeyên şer, wesayiteke bizirx û cebilxane hat bidestxistin digel vê hin malzemeyên techizatê, çek û xurek hatin îmhakirin.
Herêmên din yên ku di bin kontrola rêxistina Boko Haramê de ne jî ev in Gwoza ya li ser eyaleta Bornoyê, Bûnî Yadiya li ser eyaleta Yobeyê û Madagaliya li ser eyaleta Adamawayê.