KERKÛK
Hat ragihandin ku li bajarê Kerkûkê li ber dikaneke ku şerab lê tê firotin, wesayîteke bombebarkirî teqandin û di encama teqînê de 10 kes mirin, 33 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, li ber dikaneke ku şerab lê tê firotin, wesayîteke bombebarkirî bi destê kesên nasnemeyên wan ne diyar in ve hat teqandin. Di encama êrîşê de 10 kes mirin û 33 kes jî birindar bûn.
Çavkaniyên ewlehiyê der heqê êrîşê de got ku hedefa êrîşê cihê ku şerab lê tê firotin e. Hat idîakirin ku rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ev êrîş kir.