Yekitiya Ewrupayê ya ku nifûsa wê 500 milyonî zêdetir e, hilbijartinan ewil di 22ê gulanê de Îngilistanê û Hollandayê dest pê kir. Di 23ê gulanê de jî li Îrlanda û Komariya Çekê gel rayên xwe avêt. Duh jî li Letonya, Malta û Slovakyayê deng hatin dayîn. Welatên Ewrupayê yên din jî dê îro rayên xwe biavêjin.
Li giştiyê YEyê ji 524 partiyan 17 hezar namzet ji bo 751 kursiyan dikevin pêşbaziyê. Îro piştî ku dengdayîn qediyan dê nivê şevê encamên fermî bên eşkerekirin.
Welatî ku xwediyê endamên herî zêde bi 96 endaman ve dê Almanya be. Piştî Almanyayê 73 endaman ve Fransa, 73 endaman ve jî Îngilistan û Îtalya tê. Welatên ku herî kêm dê endaman bişîne Parlementoya Ewrupayê jî Luksemburg, Malta, Estonya û Rêvebiriya Rûman a Qibrisa Başûr e.