05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
SELAHEDDÎN
Hat ragihandin li Selaheddîna Iraqê di êrîşa endamên DEAŞa rêxistina terorê da 5 polês hatin kuştin û 12 polês birîndar bûn.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê milîtanên DEAŞê li Zuxura semta Tikrîtê êrîşî dewriyeya polêsan kirin û di êrîşê da 5 polês hatin kuştin û 12 polês birîndar bûn.
Saad Maanê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê daxuyanî da û wiha got: "Hêzên ewlehiyê 2 êrîşkarên xwekujiyê kuştin."