Evdila di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Iraqê di serî de bajarokên Ed-Duluiyyeyê, El-Îshaqê û Mut'asimê û hin bajarokên bajarê Selaheddînê ji DÎŞIyê wergirtine.
Evdila destnîşan kir ku bi komên eşîran re li hev kirine û hevdîtinên bi serekeyên eşîran re jî didomin.
Ji hêla din ve ji navenda polêsan a Selaheddînê Seîd el-Medenî daxuyanî da û destnîşan kir ku li bajarokên wek Nesebiye û el-Îshaqê di êrîşên li dijî DÎŞIyê de 9 milîtan mirin û 21 milîtan jî birîndar bûn.