05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
ASTANA
Wezîrê Karên Derve yê Qazaxistanê Kayrat Abdrahmanov, bertek nîşanî êrîşa rejima Esed ya li Îdlibê da.
Abdrahmanov, bi balyozxaneyên welatên biyanî re li avahiya wezaretê civîn kir û li ser êrîşa terorê ya St. Petersburgê û êrîşa kîmyewî ya li Sûriyeyê axivî.
Abdrahmanov ragihand ku Qazaxistan van êrîşan şermezar dike û got: "Qazaxistan berpirsiyarî û giraniyê hîs dike. Em zanin ku di encama bikaranîna madeyên wiha de çi derdikevin holê."
Abdrahmanov got ku li Qazaxistanê gelek salan ceribandinên nukleerê hatin kirin. Qazaxistan ji bo dinyayeke bêçekên nukleer, wê tevgera xwe xurt bike û li dijî terorê bitêkoşe.
Her wiha Abdrahmanov got ku dinya ji hayameke zor û zehmet re derbas dibe û di vê rewşê de hewcedarî bi xizmetên dîplomatên herêmî û kurewî heye.