14 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2016
TOKYO
Li bakurê Japonyayê erdhejeke bi lerza 6,7an çêbû.
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê daxuyand ku navenda erdhejê herêma Urakawaya girêdayî eyaleta Hokkaîdo ye.
Hat ragihandin ku erdhej 50 kîlomêtro di bin erdê de çêbû û di erdhejê de tu kes nemir an jî birîndar nebû.
Di 11ê adara 2001an de li Japonyayê erdhejeke bi lerza 9an çêbûbû. Piştî erdhejê tsunamî rabûbû û 19 hezar kes miribûn, bi hezaran kes birîndar bûbûn û xisareke mezin di avahiyan de çêbûbû.
Ji ber erdhej û tsunamiyê di santrala nukleer a Fukuşîmayê de malzemeya radyoaktîf li der û dorê belav bûbû. Ji ber vê 160 hezar kes ji herêmê hatibûn dûrxistin.