Haydar Şahin
12 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
ANKARA
Hejmara kesên di lehî û hêlana li Japonyayê da mirin gihîşte 195an.
Ajansa Polêsan a Neteweyî ya Japonyayê diyar kir ku ji serê hefteyê vir va baran dewam dike, hejmara kesên di lehî û hêlanê da mirin gihîşte 195an.
Rayedaran destnîşan kir ku hê li 60 kesên wida bûne digerin, ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe.
Hat ragihandin ku di xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li bajarên Hîroşîma, Okayama û Ehîmeyê da 70 hezar wezîfedar dixebitin.
Li gor Ajansa Rêveberiya Afatên Siruştî û Şewatê, kêmzêde 6 hezar û 700 kes di starhegan da ne.
Li welêt ji bo 5,9 milyon kesî fermana texliyekirinê hatibû dayîn.
Di lehî û hêlanê da herî zêde meriv li herêmên Hîroşîma, Ehîme, Okayama, Yamaguçî, Kyoto, Gîfu, Şîga, Hyogo, Koçî û Fukuokayê mirin.
Abe ji ber felaketê ziyaretên xwe yên Rojhilata Navîn û Ewropayê taloq kiribûn.