Müslüm Etgü
12 Tebax 2025•Rojanekirin: 13 Tebax 2025
Li Şanliurfayê termomêtreyan 53 pile nîşan da.
Kelekela havînê li bajêr tengasiyê dide kişandin.
Welatî ji bo ku xwe ji germê biparêzin, berê xwe dan baxçeyan û xwe avêtin siha binê daran.
Hin welatiyan ser kaniyan rûyê xwe şûştin û av vexwarin.
Ji ber germê kuçe û kolanên sereke yên bajêr xalî bûn.
Ji welatiyan Adil Îpeksever diyar kir ku hewa pir germ e û ew xwe davêjin binê sihan.
Eyup Saygan diyar kir ku ew ji Îzmirê hat û Şanliurfa li gorî Îzmirê pir germ e, havînê jiyana li Şanliurfayê pir zehmet e.