04 Hezîran 2017•Rojanekirin: 05 Hezîran 2017
KERKÛK
Li Kerkûka bajarê Iraqê her şeva pêncşemê welatî li dergah û mizgefta Mecîdiyeyê piştî nîmêjê dikevin zikir.
Edeta zikrê qasî 200 sal berê dest pê kiriye û heta îro jî dewam dike. Ji Hewlêr, Silêmaniye, Bexda û bajarên din jî mirov tên û dikevin zikir.
Ji ber ku meha remezanê ye welatî zêdetir eleqeyê nîşanî zikir didin.
Şêxê Dergaha Mecîdiyeyê Ûsiv Zengene ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li vê dergahê ji 200 salî vir ve zikir tê kirin û gelek alim jî li vê dergahê derketine.
Zengene got bi fermana siltanê osmaniyan Evdilhemîdê 1emîn ve minare û qubeyek li ser vê mizgeftê hatiye zêdekirin û dergah fireh bûye.
Şêx Zengene destnîşan kir siltan rihê pîroz ê Hz. Pêxember jî diyariyê vir kiriye û jina siltan Evdilhemîdê 1emîn jî li vir murîd bûye.
Zengene anî ziman ku ji ber ku neviyê Şêx Evdilqadirê Geylanî jî li vir murîdê ewil bûye, ew girêdayî terîqata Qadirî ne.
Şêxê Duyemîn ê Dergaha Mecîdiyeyê Necat El-Eskerî jî got ev ne dergaheke ji rêzê ye û wiha dewam kir: "Bi sed salan in li vir ilm, exlaq û tesawif tê hînkirin. Gelek alim û mirovên tesawifê yên Iraqê ji vir derketine. Li Iraqê gelek guherîn çêbûne, lê vê dergahê rihê xwe winda nekiriye."
Di tesawifê de zikir tê meneya "Bîranîna Xwedê, jibîrnekirinê."