Sevim Hatun
18 Nîsan 2016•Rojanekirin: 19 Nîsan 2016
KİLİS
Waliyê Kilîsê Suleyman Tapsiz got: "Bira bê zanîn ku guleyên avêtin Kilîsê rasterast avêtin Tirkiyeyê."
Tapsiz hat Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê, kesên ku bi guleyên roketan ên ji Sûriyeyê va avêtin Kilîsê birîndar bûn ziyaret kir û piştî ziyareta birîndaran daxuyanî da rojnamegeran.
Tapsiz bibîrxist ku bi guleyên roketê yên ku ji herêma DAEŞê hatin agirkirin, 4 kes mirin û yek jê bigiranî 6 kes jî birîndar bûn.
Tapsiz got ku ji miriyan yek şivanê 53 salî yê welatiyê Sûriyeyê ye, 3 kesên din jî dîsa sûriyeyiyên ji ber şer revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê ne û wiha dewam kir: "Gule li xaniyekî ku lê sûriyeyî dimînin ketin. 3 zarokên me li vir mirin. 6 birîndarên me hene. 5 ji vana welatiyên Sûriyeyê ne yek jê zarokekî 13 salî jî welatiyê Tirkiyeyê ye. Ji birîndaran rewşa yekî xirab e. Birînên yên din sivik in û li ser linga tên dermankirin. Dibe ku saeteke şûnda bên tabûrcîkirin."
-TSKyê ciyê ku jê roket avêtin tarûmar kir
Tapsiz got ku di kêliyê da ciyê ku jê gule avêtin hatin tespîtkirin û hêzên ewlekariyê mewziyên wir îmxa kirin.
Walî Tapsiz got ku tê gotin TSK, dijî çalakiyên wiha bertek nîşan nade, ev gotegot derew in û wiha dewam kir:
"Bila welatiyên me pê bawer bin ku, mewziyên ku jê roket tên avêtin di wê kêliyê da tên tespîtkiirn û di gavê da tên îmxakirin. Tên tarûmarkirin. Bila hemû alî ji vê emîn bin. Bi vê wesîleyê dibêjim Xwedê rehma xwe li miriyan bike û Xwedê şîfa xêrê ji birîndaran ra bişîne."