Pevçûnên di navbera DÎŞI û hêzên kurd ên li Kobanêyê zêde bûn.
Pevçûnên ku qasî 40 roj berê dest pê kiribûn, herî zêde li herêmên hundir dewam dikin. Dûyê ku ji herêmê derdikeve li Sirûca navçeya Rihayê jî tê dîtin. Balafirên şer ên hêzên koalîsyonê li ser Kobanêyê ji bo keşfê firîn.
Hêzên ewlekariyê li ber sînor tevdîrên xwe didomînin û tankên li herêmê jî car caran cihên xwe diguherin.
Di vê navberê de welatiyên ku derdikevin li ser giran jî bi dûrbînan ve Kobanêyê dinihêrin. Hin kes jî li herêmê çay û simîdan difroşin.