Li Kobanêyê Şerê di navbera komên kurdan û milîtanên DÎŞiyê de li nêzî deriyê sînor û rojhilatê bajêr dewam dike.
Li herêmê nêzî du mehin ku şer dewam dike, şer car caran zehf giran dibe. Îro jî li rojhilatê bajêr û nêzî deriyê sînor şer mezin bû.
Di şer de çekên giran tên bikaranîn bi taybetî jî top tên avêtin. Dema ku teqîn çêdibin ji herêmê dû radibe. Dûyê ku ji herêmê radibe li Sirûca navçeya Urfayê jî tê dîtin.
Balafirên hêzên koalisyona di pêşikêşiya DYAyê de jî li herêmê firînên kefşê dikin.
Tevdîrên ku hêzên ewlekariya Tirkiyeyê li sînor girtibûn jî dewam dikin.