29 Nîsan 2016•Rojanekirin: 29 Nîsan 2016
ANKARA
PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê mensûbên Artêşa Azad a Sûriyeyê yên ku di pevçûnên li bakurê Helebê de kuştin li pişt tirekî li kolanên Afrînê teşhîr kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî û fermandarên AASê hatin bidestxistin duh êvarî di navbera hêzên PYDyê yên li Til Rifata navçeya Helebê ne û AASê de li gundê Eyn Daknayê pevçûnên bi qasî 10 saetan qewimîn.
AASê ji bo ku Eyn Daknaya ku ji meha sibatê ve di destê PYDyê de paş ve bistîne operasyon li dar xist û PYDyê êrîşa AASê pijiqand.
Lê belê pişt re PYDyê cesedên nêzî 50yê mensûbên AASê yên ku di pevçûnan de mirin û hema bêje hemû niştecihên ereb in anî navçeya Afrînê ya li sînorê Tirkiyeyê ya li bakurê rojavayê Helebê.
Niştecihekî ji Afrinê li ser telefonê agahî dan nûçegihanê AAyê û qal kir ku milîtanên PYDyê li navenda bajêr konvoya wesayîtan çêkiriye, cesedên mensûbên AASê li qaseya tirekî bi cî kirine û li kolanan digerinîn û teşhîr dikin.
Milîtanan dîmenên şova ku ji ser ceseda dikin ji ser hesabên çapemeniya civakî yên ku nêzî PYDyê ne parve kirin.
Til Rifat û Eyn Dakna di nîvê sibata borî de derbasî kontrola PYDyê bibû. Hêzên AAsê wisa difikirîn ku gundê niştecihên ereb paşve bistînin û li Til Rifatê pêş bikevin.
Hêzên AASê yên ku bi PYDyê re şer dikirin ji şervanên Ceyşu'l Sunne, Sukur el-Cebel û hêmamên Tûgayên Fetîhê û Exraru'ş Şamê pê dihatin.
Çavkaniyên herêmî bal kişandin ku piraniya mensûbên AASê yên ku di pevçûnê de mirin ji niştecihên navçeya Til Rifatê ne û li herêmê kurd tunin.